Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Baregeha Gelêrî ya “Canfeda” ya Îranê, di daxuyaniya xwe ya hejmar yek de ku arasteyî gelê Îranê kiriye, destpêkirina perwerdekirin û rêxistinkirina 1000 tabûrên berxwedana neteweyî ya Canfeda ragihand.
Di vê daxuyaniyê de hatiye gotin: Piştî pêkhatina potansiyela mezin a kampanyaya “Canfeda” ku bû sedema pesindana dostan û matmayîna dijminan, û li gorî pêşwaziya bêhempa û şopandina berdewam a gel ji bo cihgirtina li kêleka hêzên çekdar di oxira parastina dîn û welêt de, hevahengiyên pêwîst bi hêzên çekdar ên welêt re hatin kirin û amadekariyên lazim ji bo perwerdekirin û rêxistinkirina 1000 tabûrên berxwedana neteweyî ya Canfeda hatin temînkirin.
Di heman çarçoveyê de, ji hemû kesên xwazyar tê xwestin ku roja sêşemê 24/06/1405 (bi salnameya hîcrî ya rojî), ji saet 17:00 ve di malpera JANFADAA.IR de an jî bi şandina hejmara “1” bo kurtehejmara 30001155, di dewreyên perwerdehiya leşkerî û hawarhatinê ( امدادی) ya Canfeda de qeyda xwe çêkin û di çarçoveya tabûrên gelêrî yên Canfeda de bên rêxistinkirin.
Çalakiyên Canfedayan ji bo Îrana paşerojê dê di demek nêz de di qadên din ên pêwîst ên bo parastina welêt de bên ragihandin.
………………….
Dawiya nûçeyê/
Etîketên:
- Îran
- Kampanyaya Canfeda
- Berxwedan
Your Comment